Hêzên Ewlekarî yên Sudanê Êrîşî Xwepêşanderan Dikin

Dîmeneke ji xwepêşandenên li Sudanê (Arşîv)

Hêzên ewlekarî yên Sudanê îro Sêşemê li navenda Xartumê êrîşî bi deh hezaran xwepêşanderên ku desthilatdarîya leşkerî yapiştî derbeya meha borî hatibû protesto dikirin, kirin.

Wan dijî xwepêşanderan gaza hesirên çavan bi kar anîn û bo desterkirinê dan du wan.

Hevdem, hêzên ewlekarîyê yên çekên giran li navenda Xartumê, hatin bi cîh kirin, li cîhê ku xwepêşander plan dikirin ku ber bi qesra seroktîyê ve bimeşin.

Xwepêşander bi qasî kîlometreyekê dûrî qesra seroktîyê kom bûn, rêyekî sereke girtin û dirûşmên "leşker, vegerin bingehên xwe" qerîyan.

Li bajarên Port Sudan, Kassala, Nyala û Atbara jî xwepêşandanên girse hatin lidarxistin.

Banga bo xwepêşandanan ji alîyê komîteyên berxwedanê yên taxan hat kirin, tevî ku heftaya borî peymanekî serokwezîrê sivîl Abdalla Hamdo vegerand ser kar û piranîya sîyasetvanên payebilind yên piştî derbeyê hatibûn girtin, serbest hatin berdan.

Lê, komîte û partîyên sîyasî peymana ku Hemdok îmza kiriye, red dikin.

Ew dibêjin ku” bo wan di navbera Hemdok û Burhan û Hemedtî û generalên din de ti ferk tuneye, hemû beşdarî darbeyê bûne û divê werin darve kirin.”

Generalê Sudanê Ebdulfetah el-Burhan di 25'ê Cotmehê de rewşa awarte ragihandibû, hikûmet hilweşan dibû û rêvebirên sivîl desteser kiribû.

Her wiha, darbeya leşkerî bû sedema xwepêşandanên girse yên li seren serê welêt û rexneyên welatên rojavayî ku alîkarîya bo Sudanê rawestandin.