Çalakvan: Êrîşa Esmanî Ya Xertûmê 20 Sivîl Kuştin

Rûniştvanên Xertûmê rojaYekşemê li ser dengên topbaran û mûşekan şiyar bûn, çend demjimêran piştî êrîşeke esmanî li başûrê bajêr ku herî kêm 20 sivîl, di nav de du zarok kuştin, li gorî çalakvanên Sûdanî.

"Hejmara kuştiyên bombebarana esmanî" li başûrê Xertûmê "giheşte 20 kuştiyên sivîl", li gorî daxuyaniyeke komîteya berxwedanê ya taxê, ku komeke xwebexş e, berê xwepêşandanên demokrasîxwaz organîze dikirin û niha alîkariyê pêşkêşî malbatên ku di navbera agirên artêş û çekdarên nîvleşkerî de asê mane, dike.

Di daxuyanîyeke berê de, wan got ku di nav qurbanîyan de du zarok hene, û hişyarî dan ku kuştîyên din nehatine tomarkirin, ji ber ku "laşên wan nehatin veguhestin nexweşxaneyê ji ber ku di bombebaranê de bi tundî şewitîn an perçe perçe bûn".

Ji dema ku şer di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Bilez(RSF) ên nîvleşkerî de di 15ê Nîsanê de dest pê kir, li gorî texmînên projeya Daneyên Cih û Bûyerê ya Şerê Çekdar, derdora 5,000 kes hatine kuştin.

Hêzên Çekdar ên Sûdanê esmên kontrol dikin û berdewam êrîşên esmanî pêk tînin, di demekê de ku çekdarên RSF li kolanên paytextê serdest in.

Welatên rojavayî çekdarên nîvleşkerî û milîsên hevalbend bi kuştinên li ser bingeha etnîkî li rojavayê herêma Darfur tawanbar kirin, û Dadgeha Tawanan a Navdewletî vekolînek nû li ser tawanên şer ên îdiakirî vekir.

Artêş jî bi binpêkirinan hatiye tawanbarkirin, di nav de jî êrîşa esmanî ya 8ê Tîrmehê ku bêhtirî 20 sivîl kuştin.

Zêdetirî nîvê 48 mîlyon mirovên Sûdanê niha hewcedarê alîkariyên mirovahî û parastinê ne, û şeş mîlyon jî "gavekekê ji birçîbûnê dûr in", li gorî Neteweyên Yekbûyî.

NY dibêje ku şer dora 3.8 milyon kes di hundurê welêt de koçber kirine û mîlyonekî jî sînorên welatên cîran derbas kirine.

Li gorî Rêxistina Koçberiyê ya Navnetewî, di nav koçberan de nêzî 2,8 mîlyon kes ji Xertûmê ne. Ango zêdetirî nîvê nifûsa paytextê beriya şer, ku dora pênc mîlyon e.

Çavkanî: AFP