Şerê Sûdanê Berdewame Û Agirbest Dê Nîvê Şevê Bi Dawî Bibe

Hêzên leşkerî yên dijber ên Sûdanê hevdu bi binpêkirinên nû yên agirbesta ku biryar e roja Yekşemê bi dawî bibe, tawanbar kirin, di demekê de ku pevçûna wan a kujer bo hefteya sêyemîn berdewam kir tevî hişyariyên li ser daketina ber bi şerê navxweyî yê karesatbar de.

Ji ber şerekî demdirêj di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Bilez (RSF) de ku di 15ê Nîsanê de derket, bi sedan kes hatin kuştin û bi hezaran jî birîndar bûn.

Di şerê ji bo Xertûm, paytexta Sûdanê ya li ser Nîlê de, aliyan dijber şer berdewam kir, tevî zincîrek agirbestên ku ji hêla navbeynkaran ve, di nav de Amerîka jî, hatine misoger kirin, û ya herî dawî nîvê şevê bidawî dibe.

Rojnamevanekî Reuters got ku rewşa li Xertûmê, cihê ku artêş li dijî hêzên RSF yên ku li deverên niştecihbûnê bi cih bûne şer dike, sibeha Yekşemê bi awayekî aram bû, piştî ku pevçûnên giran êvara Şemîyê li nêzîkî navenda bajêr hatin bihîstin.

Artêşa Sûdanê roja Yekşemê got ku wan karwanên RSF ku ji rojava ber bi Xertûmê ve diçûn tune kirin. RSF got ku artêşê top û balafirên şer bikar anîne da ku êrîşî çeperên wan yên li gelek deverên parêzgeha Xertûmê bike.

Reutersê nekarî bi awayekî serbixwe raportan piştrast bike.

Di hewildanek eşkere de ji bo bihêzkirina hêzên xwe li paytextê, artêşê roja Şemiyê got ku Polîsê Yedek yê Navendî dest bi bicihkirina li başûrê Xertûmê kiriye û dê gav bi gav li deverên din ên paytextê were bicîhkirin.

Polîsê Yedek yê Navendî beşeke mezin û bi çekên giran ya hêzên polîsê Sûdanê ye ku ezmûna şer ji pevçûnên li herêma rojavayê Darfur û li çiyayên Nuba li başûrê Sûdanê heye.

Di Adara 2022an de, Amerîka cezayên li ser Polîsê Yedek yêe Navendî sepand, bi sûcdariya karanîna tûndûtûjiyê li dijî xwepêşanderên ku li Xertûm û deverên din li dijî derbeya leşkerî ya 2021an xwepêşandan dikirin.

Çavkanî: Reuters