Aliyên Sûdanê Îmzekirina Rêkeftina Desthilatdariya Sivîl Paşve Dixin

Rêberên Sûdanê îmzekirina peymana ji nû ve destpêkirina veguheztina demkurt ya demokratîk paş xistin, ku biryar bû roja Şemiyê bête îmzekirin, di demekê de ku nakokiyên di navbera aliyên leşkerî de berdewam dikin, Li gorî gotina berpirsekî

Derbeya ku di Cotmeha 2021ê de bi serokatiya fermandarê artêşê Abdel Fattah al-Burhan hatî kirin, pêvajoya ku piştî hilweşandina generalê îslamî Omer el-Beşîr di sala 2019an de dest pê kiribû, ji rê derxistibû.

Xalid Omer Yûsif, karbidestekî sivîl ku di derbeya Burhan de ji karê xwe hatibû dûrxistin û girtin, û aniha wek peyvdarê danûstandinan kar dike, got ku hevdîtineke nû di navbera aliyên leşkerî û sivîl de bo piştî roja Şemiyê hatîye destnîşankirin

Nûner bi hefteyan e danûstandinan li ser rêkeftinekê dikin, ku beşê dawî yê pêvajoya siyasî ya du qonaxî ye ku di meha Kanûna Duyem de dest pê kirbû, ji bo destnîşankirina mercên vejandina veguheztina serdestiya sivîl û hilbijartinên demokratîk.

Li şûna merasîma ya çaverêkî ya roja Şemiyê, karbidest dê piştî nîvro bicivin da ku "lihev bikin li ser demeke nû ji bo îmzakirina peymana siyasî ya dawî, ya ku ku nehatî îmzekirin" ji ber "nebûna lihevhatinekê li ser hin mijaran", Yûsif. di daxuyaniyekê de got.

Çaksazî di hêzên ewlekarî de xaleke serekî ye di danûstandinan de, ku pêşbîniya derketina generalan ji siyasetê dike piştî ku hikûmeteke sivîl were sazkirin.

Rexnegiran peymana meha Kanûnê wekî "nezelal" şermezar kir, ya ku ji hêla Burhan ve ligel çendîn fraksiyonan rêkeftin, piştî xwepêşandanên nêzîkê hefteyî ji derbeya 2021ê vir ve.

Çaksazîyên pêşniyarkirî, tevlêkirina Hêzên Piştgiriya Bilez (RSF) yên bi serokatiya cîgirê Burhan, Mohamed Hamdan Daglo bo nav artêşê.

RSF ku di sala 2013an de hatibû damezrandin, milîsên Janjaweed in ku Beşîr berî deh salan li herêma rojava ya Darfûrê li dijî serhildêrên ne-ereb derxistibû. Milîs ji hingê ve ji hêla komên mafên mirovan ve bi sûcên şer tê tawanbar kirin.

Di demê ku pisporan amaje bi rikaberîyên metirsîdar di navbera Burhan û Daglo de kirin, her du zilam hefteya borî li kêleka hev derketin, li Xartûma paytext axivîn û daxwaza yekirineke serketî kir.

Li gorî çavdêran, jiber nakokiyên berdewam yên li ser nexşeyek ji bo yekirina RSFê, danûstandin ji wê demê ve rawestiyane.

Çavkanî: AFP