Dadgeheka Sûdanî el-Beşîr bi Du Sal Zîndan Ceza Dike

Dadgeheka Sûdanê îro Şemiyê serokê berê Omer el-Beşîr bi pakirina pereyan û gendeliyê tawanbar kir û bi du sal zîndan ceza kir.

Ev cezayê yekem e di zincîrek pîvanên yasayî de li dijî el-Beşîr, ku her wiha ji aliyê dadgeha gunehkariyan a navnetewî ve tê xwestin ji bo gunehkarî û komkujiyên girêdayî şerê Darforê di salên 2000î de.

Ev ceza tê salekê piştî xwepêşandanên dijî desthilata el-Beşîr.

El-Beşîr ji meha Nîsanê ve binçavkirî ye, dema ku leşkeran piştî xwepêşandanan ew ji desthilatê dûr xist.

Li gor yaseya Sûdanê. Wê el-Beşîr ê 75 salî bê şandin bo bingeheke dewletê ya tabet bi kesên pîr ên ku gunehkarî kirine lê cezayê wan ne sêdarekirin e.

Wê el-Beşîr hîn di girtîgehê de bimîne ta ku ew li dor tawanbariyên din tê dadgehkirin, ku girêdayî kuştina xwepêşanderan in di dema desthilatdariya wî de.