Şeva burî li bajarê Strasburg yê Fransa kesekê 29 salî êrîşek çekdarî pêk anîye di encama êrîşê de 3 kes mirine û 13 kes jî birîndar bûne, di nava birîndaran de rewşa 8 kesan xerabe. Kesê êrîşkar pêşwext li cem polîsê Fransa hatîye tomarkirin hêzên ewlekarîya Fransa û Almanya li pey wî digerin da ku desteser bikin, tê texmînkirin ku piştî encamdana êrîşê ew çû be Almaya.
Çavdêrê siyasî ji bajarê Strasburg birêz Ahmet Dere derbarê wê êrîşa çekdarî û kesê êrîşkar got"Jiber êrîşê hêzên ewlekariya Fransa bajar xistîye jêr kontrolek bihêz de, kesek nikare ji bajar ne derkeve û ne bihê di nava bajêr de".
Dere herwiha da zanîn ku berpirsên Fransî raste rast nadin eşkere kirin ku êrîşkar kesekî misilman e, lê didin zanîn ku berî niha jî ew kese weke radîkal hatiye tomar kirin.
Dere dibêje, doh berî ku êrîş biqewime, polîs û hêzên ewlekariya bajarê Strasburg çûne ber deriyê mala wî bi armanca girtin û desteser kirinê, lê di mal de nebû, polîs pêşwext ketîbû di alarmê de wan pêzanîn hebûn ku ew kes dê karek xeter bike.
Dere dîsan got, êrîşa şeva burî bandor li ser protestoyên "Êlekzeran" kirîye ku 17î meha burî li hemû Fransa dest bi xwepêşandanan kirîbûn. Hikûmeta Fransa xwepêşandan qedexe kirine.
Your browser doesn’t support HTML5