Stoltenberg: Ukrayna bi Operasyona Kurskê Pir Tişt bi Dest Xwe Xistin

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg îro Pêncşemê li Oslo ji rojnamevanan re got ku Ukrayna bi êrîşên li Kursk ya Rûsya ‘’pir tişt’’ bi ser xistine.

Stoltenberg her wiha got ku tevî wê serketinê jî pêşbînîya ser rewşa herêmê dijwar e.

‘’Ewê hêzên xwe li ku bi cîh bikin û ewê şerekî çawa bimeşînin, tiştên pêdivî yên dijwar yên li wir ku bi tenê Ukraynî dikarin bikin.’’

Yekîneyên Ukrayna 6’ê Tebaxê operasyonên dersînor birin ser Kursk ya Rûsya ku ew dewlet ji Şerê Cîhanê ya Duyê vir ve cara yekê bi êrîşên wisa re rûbirû ma.

Stoltenberg dîyar kir ku Ukrayna karanîna muşekan dûravêj yên digihîjin hedefên leşkerî yên li axên Rûsya jî di nav de dikare berevanîya xwe bike û ev yek mafê wê yê rêwa ye.

Wî got ku ew kêfxweş e ku hin dewletên NATO ser karanîna hin çekan sînordarkirin sivik kirine.

Kovara Spiegel ya Alman ragihand ku Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy wê sibê Înê beşdarîyê li koma Ramstein bike ku ew kom ya we dewletan e ku çekan dide Ukrayna.

Çaverê ye Zelenskyy di civînê de jibo Kîevê pirtir çekên dûravêj û muşekan bixwaze.

Zelenskyy bang li hevbendan dike ku jibo berevanîya esmên alîkarîyê bidin û sînordarkirina ser çekên dûravêj rakin.

Stoltenberg berê di konferansekê de gotibû ku ew dijî dewletên NATO ti gefeke leşkerî nabîne, lê gefên terorîzm, êrîşên sîber û sabotaj didomin.

Jêder: Reuters