Stoltenberg Ser Zêdebûna Alozîya li Rojhilata Navîn Hişyarî Dide

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg îro li Oslo paytaxta Norwecê di civîna 75’an ya Civata Bakur de, şerê Îsraîl û Hemasê nirxand û ser zêdebûna alozîya li Rojhilata Navîn fikarên xwe dîyar kir.

Stoltenberg çend roj piştî ku hêzên artêşa Îsraîlê dest bi dagirkirina Gaza kir axifî.

“Girîng e ku bersîva Îsraîlê di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de be. Jiber ku divê jiyana sivîlan were parastin û alîkariyên mirovî bigehêje Gazayê,” wî got.

Hişyarîya ku Stoltenberg da Îsraîlê, yên ku rêvebirîya Biden dubare dike, bi bîr dixîne. Rêvebirîya Biden ku bi rengekî eşkere piştgirî dide êrîşên Îsraîlê bo tolhildanê ya ser Hamasê li Gaza, hevdem banga kêmkirina kuştina sivîlên Filistînî dike.

Hewlên bo derbazkirina alîkarîyên mirovî ji Gaza re,heya niha pir sînordarkîrî bi serketine. Hişyarîyên ser krîzeke kujer ya mirovahî li Gaza ku din dorpeçkirina Îsraîlê de ye, roj bi roj zêde dibin.

"Êşa ku me di hefteyên dawî de dît, careke din tîne bîra me ku divê em dev ji xebata bo çareserîyek aştiya mayînde û siyasî bernedin," Stoltenberg got.

Stoltenberg bi berdewamî ser zêdebûna alozîya li Rojhilata Navîn xwembarîya xwe ragihand û girîngîya sekinandina şer destnîşan kir.

“Girîng e ku ev şer veneguhere pevçûneke mezin ya herêmî. Divê Îran, Hizbullah û komên din rewşê îstîsmar nekin û zêdetir gur nekin,” wî got.

Stoltenberg herwiha balkişand ku şerê Îsraîl û Hamasê wê NATO’yê ji piştvanîya berdewam ya bo Ukrayna di şerê wê yê dijî Rûsya de dûr bixe.

"Zivistanek nû nêz dibe û divê em dijî peydakirina enerjî û binesazîyên din yên girîng benda êrîşên nû bin. " serokê NATO got.

Wî got ku ti nîşan tuneye ku ku Rûsya aştiyê dixwaze, lê beravajî ew plana şerekî tundtir dike.

"Loma, divê em piştgirîya bo Ukrayna bidomînin. Ev tê wateya bêtir çekan," wî zêde kir.

Koma herêmî ya ji heşt endaman pêk tê Danîmarka, Swêd, Norwêc, Fînlandiya, Îzlanda û her weha herêmên xweser ên giravên Aland, Giravên Faeroe û Gronlandê hene.

Civata Bakur, komeke heremî ye û ji heşt endaman pêk tê; Danîmarka, Swêd, Norwêc, Fînlandiya, Îzlanda û herwiha herêmên xweser yên giravên Aland, Giravên Faeroe û Gronland.

Jêder:AP