Stoltenberg Soza Pirtir Çekan Dide Ukraynayê

UKRAINE-CRISIS/NATO-SUMMIT

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg piştî civîna rêberan dîyar kir ku ewê pirtir çekan bidin Ukrayna.

Stoltenberg da zanîn ku di nav çekên dawî de sîstemên berevanîya esmên jî hene.

Wî dîyar kir ku hêzên Ukrayna dijî Rûsya li ber xwe didin û zarar jî dane artêşa wê.

Sekreterê Giştî yê NATO got ku ku ew baskê yekîtîyê ya bo rojhilata jî xurttir dikin.

Stoltenberg da zanîn ku bi taybetî bo li Derya Reş ti qeza çenebe ewê bi baldarî tevdigerin.