Stoltenberg Dibêje Ewê bi Serokên Tirkîye û Swêdê re Bicive

Karbidestên Fînlandîya, Swêd û Tirkîyê li navenda NATO ya li Brukselê kom bûn.

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg piştî civînê dîyar kir ku ewê roja Duşemê bi Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û bi Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson re bicive.

‘’Em xebatan didomînin ku Tirkîye di hilcivînê de ragihîne ku ew jibo pejirandina endamtîya Swêdê hazir e.’’

Hilcivîna NATO ya li Lîtvanya dê roja Sêşemê destpê bike û 2 rojan bidome.

Serokê Amerîka Joe Biden û Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson jî do Çarşemê li Qesira Sipî kom bûbûn.

Biden dîyar kiribû ku ew li bendê ne ku Swêd bibe endama nû ya hevpeymanîyê û ew jî hêza NATO xurt bike.

Kristterson jî gotibû ku hilcivîn jibo pejirandina endamtîya Swêdê dema rast e, lê Tirkîye dikare ser navê xwe biryarê bide.

Jibo ku Swêdê bibe endama NATO, divê Tirkîye û Macaristan wê daxwazê bipejîrinin.

Tirkîye îdia dike ku Swêd mazvanîya komên terorîst dike û dixwaze Stockholm dijî wan tedbîrên berfireh ragihîne.

Swêd û Fînlandîya piştî şerê Rûsya û Ukrayna serî li NATO dabûn ku bibin endamên hevpeymanîyê, û Oslo bûbû endama 31’an ya hevpeymanîyê.

Hêjayî balkişandinê ye ku jibo dewletek bibe endama NATO divê hemî endam wê bi yekdengî bipejirînin.

Jêder: Reuters, VOA