Stoltenberg: Fermandarîya NATO ya Rêvebirîna Alîkarîyên jibo Ukrayna Îlonê Dest bi Karê Xwe Dike

Stoltenberg ligel Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy.

Stoltenberg ligel Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy.

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg îro Pêncşemê ragihand ku fermandarîya nû ya jibo rêvebirina perwerde û alîkarîya leşkerî ya jibo Ukrayna wê meha Îlonê dest bi karên xwe bike.

Fermandarî wê li Almanya be û generalekî bi sê stêrk wê tîmekê bi 700 kesan birêve bibe.

Rêberên NATO vê mehê di hilcivîna Washington de biryar da ku jibo rêvebirina alîkarîyan û pêşbînîya siberoja alîkarîyan dest bi karekî wisa bikin.

Stoltenberg li Brîtanya berî civîna bi rêberên Ewrupî re axivî.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy jî beşdarîyê li civînê dike û wî got ku çaverê ye hin peymanên nû yên ewlekarîyê werin îmza kirin.

Artêşa Ukraynayê roja Pêncşemê ragihand ku bi şev 16 dron û 2 muşekên Rûsya hatine sekinandin.

Hêzên esmên yên Ukrayna ragihand ku êrîş li Dnipropetrovsk, Kharkiv, Kiev, Poltava û Zaporizhzhia pêk hatine.

Walîyê herêma Dnipropetrovskê Serhiy Lysak ji Telegramê ragihand ku di êrîşên Rûsîyan de 2 kes birîndar bûne û 14 malan jî zarar dîtine.

Serokê rêvebirîya bajêr ya Kîevê Serhiy Popko dîyar kir ku bi gefên êrîşên esmanî li Kîevê alarm lêketine, lê berevanîya esmên dronên Rûsî berî bigihijin herêmê xistine.

Wezareta Berevanî ya Rûsya roja Pêncşemê ragihand ku wê 43 dronên Ukrayna pûç kirine.

Li gor ragihandina wê wezaretê dron li Qirim û Bryanskê hatine xistin.

Walîyê Bryanskê Aleksandr Bogomaz ji Telegramê ragihand ku li herêma wan ti kes nehatiye kuştin û ti xisar çênebûye.

Wezîrê Berevanî yê Ukrayna Rustem Umerov do Çarşemê li Foruma Ewlekarî ya Aspenê da zanîn ku Ukrayna ji alîyê 500,000 leşkerên Rûsî ve hatiye dorpêç kirin û got ku Rûsya plan dike ku mehên pêş bi qasî 200,000 û 300,000 leşker li wan zêde bike.

Umerov dîyar kir ku di şer de, ku 2 sal in didome, heta niha 550,000 Rûsî hatine kuştin yan birîndar bûne û got ku Rûsya ya pir bi yên ji Afrîqa jî di nav de bi leşkerên bi pere hêzên xwe çêdike.

Wî got ku ew hewil didin ku Amerîka û hevbendên din yên Ewrupî sînordarkirina ser karanîna çekên wan jibo hedefên dûr sist bikin û dîyar kir ku ew bi awayekî zelal dibêjin ku bala wan li ser hedefên leşkerî ye.

Rûsya û Ukrayna do Çarşemê ji her hêlekê 95, 190 girtî bi hevdu re guherandin.

Bi vê pevguherînê du dewletan di 7 hefteyan de cara 3’yan girtî bi hevdu re guherandin ku ew ji destpka şer vir ve pevguherîna 54’an ya rehîneyan e.

Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî (Îmarat) jibo hêsankirina guhertinan alîkarîyê dike ku Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy do Çarşemê jibo alîkarîyan spasîya wî welatî kir.