Stoltenberg Dibêje Endamên NATO Ser Budçeya Berevanîyê Danûstandinê Dikin

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg ji ajansa nûçeyan ya Alman, DPA re got ku endamên tifaqê dê ser budçeya bo berevanîyê danûstandinê bikin.

Stoltenberg got ku hin endamên NATO dixwazin 2 ji sedê budçeyê rêjeya herî kêm bo berevanîyê.

Li gor nûçeya DPA, Stoltenberg eşkere nekiriye ku kîjan welatên tifaqê dixwazin rêjeya herî kêm 2 ji sedê be.

Stoltenbeg dîyar kir ku ew dê bo danûstandinên ser budçeya berevanîyê rêberîyê bike.

Sekreterê Giştî yê NATO got ku ewê heta hilcivîneke din ya tifaqê ser budçeyê li hev bikin.

Çaverê ye hilcivîna nû ya NATOyê di 11-12yê Tîrmehê de li Vilnius ya paytexta Lîtvanya çêbe.

Jêder: Reuters