Stoltenberg Wê Dawîya Hefteyê bi Erdogan re Bicive

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg wê sibê Şemîyê serdana Enqere ya paytexta Tirkîyê bike.

NATO ragihand ku Stoltenberg wê Şemî û Yekşemê li Enqerê be û beşdarîyê li merasîma sondxwarinê ya Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bike.

Stoltenberg wê bi Erdogan re danûstandinên dualî bike.

Di Tîrmehê de NATO rêberên dewletên NATO wê li Vilnius ya Lîtvanya bicivin û Stoltenberg dixwaze ku berî wê hilcivînê Swêd bibe endama NATO.

Wî do Pêncşemê berî civîna wezîrên derve yên NATO dîyar kiribû ku ewê jibo endamtîya Swêdê ya li hevpeymanîyê here Enqerê.

Hin wezîrên derve yên dewletên NATO geşbîn in ku Tirkîye piştî hilbijartinan êdî bi awayekî erênî li endamtîya Swêdê binêre.

Fînlandîya û Swêdê piştî şerê Rûsya û Ukrayna serî li NATO dan ku bibin endamên hevpeymanîyê.

Tirkîyê di meha Adarê de endamtîya Fînlandîya pejirandinbû.

Enqere îdia dike ku Swêd bo komên terorê mazuvanîyê dike û ji Stockholmê dixwaze dijî wan gavên tund biavêje.

Jêder: Reuters, VOA