Stoltenberg Dibêje Erdogan Wê Piştgirîya Tevlebûna Swêdê ya NATO Bike

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg îro Duşemê got ku Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan qayil bû ku piştgirîya daxwaza Swêdê ya tevlêbûna NATO bike.

Stoltenberg, di civîna ragihandunê de ji rojnamevanan re got ku Erdogan wê daxwaza Swêdê bişîne pêş parlamana Tirkîyê û misoger bike ku ew daxwaza were erê kirin.

"Serok Erdogan hevbîr bû ku protokola tevlêbûna Swêdê ya nava NATO demûdest bişîne parlamana Tirkîyê û bi endamên parlamanê re bixebite ku ev protokal were erê kirin. Ev, gaveke dîrokî ye, lê ez nikarim demeke zelal bidim we,” Stoltenberg got.

Erdogan îro zûtir gotibû ku divê welatên Ewrupî emdamtîya wan ya nava Yekîtîya Ewrupa qebûl bikin ku ew jî bihêlin Swêd tev li NATO bide.