Li Stenbolê Piştî Pêvajoya Normalbûnê Pêketî û Mirinên ji Korona Zêde Dibin

Li gor pêzanînên fermî pêketînên rojane yên vîrusa korona, 4 rojên ser hev de ji 20 hezarî borîne.

Herwiha li gor pêzanînên Wezareta Saxlemîyê ya Tirkîye hejmara pêketîyên COVID-19 ji 3 mîlyonan derbaz kir û hejmara mirînan jî ji 30 hezarî derbaz kir.

Hem Yekîtîya Doktorên Tirk (TTB) hem jî Sendîkaya Kedkarên Saxlemîyê (SES) sedêma zêdebûna pêketîyên vîrusa korona bi sistkirina tedbîran ve girê didin û hişyarî didin ew hejmar hîn zêdetir bibin.

Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Saxlemîyê (SES) yê şaxê Şîşlî Abuzer Aslan Aslan ya Wezareta Saxlemîyê rexne dike ku pêvajoya normalbûnê zû destpê kir.

Abuzer Aslan

“Li Tirkîyê pêvajoyeke normal tune ye û pêzanînên ku Wezareta Saxlemî ya Tirkîye ne rast in. Jiber vê yekê jî vekirina dibistinan, negirtina fabrîqeyan û pêvajoya normalbûnê pir xelet in. Dîsa, heta niha pir hindik kes hatine vaksîn kirin.”

Aslan bal kişand ser rewşa Stenbolê û got ku hejmara pêketîyên vîrusa korona li Stenbolê li asteke pir bilind e.

“Li nexweşxaneyên Stenbolê careke din cîh tijî dibin. Rojane bi mîlyonan mirov diçin ser kar û ev jî dibe sedema belavtirbûna vîrusa korona.”

Aslan bang li hikûmetê dike ku careke din tedbîrên dijî belavbûna vîrusa korona bistîne û bi vê yekê ve jî girêdayî, piştgirîya aborî ji gel re pêşkêş bike.

Hêjayî bîrxistinê ye ku hikûmeta Tirkîye hin tedbîrên dijî belavbûna vîrusa korona di 1’ê Adarê de rakirîbû û piştî wê hejmara pêketî û mirinan bi awayekî berbiçav zêde bîbûn.

Your browser doesn’t support HTML5

MEB_21_03_21_Korona_A_Aslan_Stenbol