Li Stenbolê jiber Bahoza Hêzdar 4 Kes Mirine

Dîmeneke ji bajarê Stenbol ya Tirkîyê (Arşîv)

Walîtîya bajarê Stenbolê ya Tirkîyê ragihand ku îro Duşeme jiber bahoza ku li bajêr rabûye, 1 ji wan biyanî, 4 kesan canê xwe ji dest dane, 19 welatî jî birîndar bûne.

"Bi sedema şert û mercên neyînî yên hewayê yên jiber bahoza ku ji serê sibê ve li Stenbolê bi bandor e, 4 kesan jiyana xwe ji dest dane ku yek ji wan welatîyê biyanî ye û 3welatiyên me ne. Hevdem, 19 welatîyên me jî birîndar bûne ku rewşa 3 ji wan giran e," ofîsê got.

Sazîya Giştî ya Meteorolojîyê (MGM) ya Tirkîyê jî dîyar kir ku li Stenbolê îro hêza bayê xurt û bahozê, di yek saetê de bi hêza 130 km'yî (81 mîl) hatiye hîs kirin.

Li gor daxuyanîya MGM' ê li heremên derdor yên wek bajarê berav yên Îzmîrê jî şert û mercên giran, tê pêşbînî kirin.

Hevdem, MGM'ê hişyarî da ku bahoz dê roja Sêşemê jî berdewam bike.

Dîmen nîşan didin ku jiber ba û bohozê, parçeyên avahîyan, tevî lewheyên betonê ji ser banî û dîwaran, hilweşîyane û her wiha tê dîtin ku kesên dimeşin ji bermahîyên ku difirin, direvin.

Kompanîya rewîtîya esmanî 'Turkish Airlines' ragihand ku wê firînên xwe jiber ba û bohozê betal kiriye.

Her wiha pira navdar ya Bogaza Stenbolê jî bo çûyîn û hatina keştîyan ji her du alîyan de jî, hate girtin

Dîmenên ji bajarê Îzmîrê jî nîşan didin ku asta deryayê bilind dibe, pêlên bilind li beravên bajarê Deryaya Egeyê dikevin û av ji ser rêkan diherike.