Serokê Berê yê Amerîka Carter Dê bi Rêwresmeke Fermî Were Oxirkirin

Serokê berê yê Amerîkayê Jimmy Carter ku roja Yekşemê di 100 salîya xwe de koça dawî kir, dê 9'ê Rêbendanê bi awayekî fermî were oxirkirin.

Serokê Amerîkî Joe Biden ragihand ku roja oxirkirina Carter dê wekî Roja Niştimanî ya Şînîyê were lidarxistin. Biden herwiha ferman daye ku alên Amerîkî ser avahîyên fermî 30 rojan nîv-hildayî bimînin, wekî rêzgirtin li Carter.

Carter cotkarê zevîyê fisteqan û fermandarê wîlayeta Georgia bû berî ku bibe serokê welêt. Dema wî 20'ê Rêbendana 1977’an wekî serokê Amerîkayê sond xwar, wî soza “hikûmeteke baş bi qasî başbûna xelkê” da.

Carter di salên dijwar û aloz de hat Koşka Sipî. Enflasyon û zêdebûna bêkarîyê bûn asteng li ber pêşîneyên rêvebirîya wî.

Di qada siyaseta derve de, Carter çend serkeftin bidest xist, wekî rêkeftina aştîyê di navbera Îsraî û Misirê de û herwiha peymana Kanala Panama.

Lê belê, krîza dîlan li Îranê di demên dawî yên desthilatdarîya wî de mijara herî girîng bû ku bû yek ji sedemên têkçûna wî di hilbijartinên sala 1980’î de.