Starmer ji Pizişkîyan re Dibêje Şer Ne di Berjewendîya Alîyekî de Ye

Ajansa Reuters ji zarê Sky News ragihand ku Serokwezîrê Brîtanya Keir Starmer roja Duşemê bi Serokê Îranê Mesûd Pizişkîyan re bi telefonê peyîvîye û ji wî xwestîye ku ji êrîşeke dijî Îsraîlê dûr bisekine.

Starmer di çarçoveya xebatên kêmkirina girjîya li Rojhilata Navîn de ji Pizişkîyan re gotiye ku şer ne di berjewendîya alîyekî de ye û ew jiber rewşa Rojhilata Navîn pir bi fikar e.

Wî û bang li hemî alîyan kirîye ku alozîya heyî kêm bikin da ku girjîya herêmî xirabtir nebe û divê girîngî bi danûstandinên dîplomatîk were dayîn.

Serokomarê Îranê Pizişkîyan jî gotîye ku şer li ti derê cîhanê ne baş e, lê mafê her dewletekê heye ku bersîvdaneke xurt ya dijî êrîşkarîyekê bide, ajansa fermî ya nûçeyan IRNA ragihand.

Ofîsa Pizişkîyan ragihand ku her du rêber hevbîr bûne ku dîyalogeke avaker di berjewendîya Brîtanya û Îranê de ye.

Lê, Starmer ji Pizişkîyan re gotîye ku tenê dema Îran ji kiryarên ku dibin sedema bêîstiqrarîyê dûr bisekine, dîyalog dikare pêş bikeve.

Wî herwiha ji Pizişkîyan xwestîye ku Îran gefên xwe yên li ser kesan li Brîtanya bisekinêne û nema piştgirî bide êrîşa Rûsya ya ser Ukraynayê.

Jêder: Reuters