Salman Ruşdî: Li Rojava Azadîya Ramanê Bin Gefa Mezin de Ye

Nivîskarê navdar Salman Ruşdî îro Sêşemê got ku azadîya ramanê li welatên Rojavayî di bin gefa pir mezin de ye.

Ruşdî, neh meh piştî êrîşa dijî xwe ku ew bi giranî birîndar kiribû, cara yekê ye ji bîragiştî re axaftinek kir.

Wî bi rêka peyama vîdyoyî ji merasîma xelatkirinê ya British Book Awards got ku niha azadîya ramane û azadîya weşandinê li welatên Rojava di asta herî xirab ya seranser tevahîya jîyana wî ye.

“Niha ez li Amerîka rûniştime, li êrîşên dijî pirtûkxaneyan û pirtûkên zarokan yên li dibistanan dinêrim. Êrîşa ser pirtûkxaneyan bi xwe cîhê fikara pir mezin e û dive em gîş hişyar bin û dijî wê pir bi xurtî şer bikin.”

British Book Awards êvara Duşemê Xelata Azadîya Weşandinê raberî Ruşdî kiribû û dîyar kiribû ku ew piştevanîya nivîskar, weşanger û pirtûkfiroşan dike ku di bin gefan de karê xwe dikin.

Ruşdî yê 75 salî di meha Tebaxê ya sala borî de li festîvaleke eyaleta New Yorkê rastî êrîşekê hatibû û ji çavê xwe yê rastê kor bûbû û ji mêjîya xwe jî birîndar bûbû.

Hêjayî bîrxisyinê ye ku Ruşdî ji salên dirêj vir ve di nava tires de, ji pêş çavan dûr dijî, piştî ku rêberê olî yê Îranî Ayetulllah Ruhullah Xumeynî, di sala 1989’an de jiber pirtûka Ruşdî ya bi navê “Ayetên Şeytan” fetwaya kuştina wî derxistibû.