Serokê Srî Lankayê Jiber Xwepêşanderan Ji Mala Xwe Revîya

Serokê Srî Lankayê Gotabaya Rajapaksa ewro Şemiyê ji avahîya xwe ya fermî reviya, demeke kurt berî ku xwepêşanderên hers bûyî, ji ber krîza aborî ya nedîtî, êrîş kirin û avahîyên serokî dorpêç kirin.

Girseyên mezin derdora mala serokî bi daxwaza karvekêşana wî dorpêç kirin, û hikumet tawanbar kirin bo xirab rêvebirina krîza aborî.

Çavkaniyek berevevanîyê ya payebilind gote AFPê dema ku xwepêşander li ber deriyê Qesra Serokatiyê kom bûn, leşkerên ku avahî diparêztin gule li hewayê reşandin da ku berê girseya gel bigrin heta ku serok Rajapaksa bi ewlehî ji xanî derbikeve.

Çavkaniyê serda got: "Serok hat veguhastin bo cihek ewle." "Ew hêşta jî serok e, û ji alîyê yekîneyeke leşkerî ve dihêt parastin."

Serokwezîr Ranil Wickremesinghe, ku dê cihê Rajapaksa ya serokatiyê werbigire heke ew xwe ji kar vekêşe, bang bo civîneke bilez ya hikumetê kir da ku "çareseriyek bilez" bo krîza siyasî gotûbêj bikin, ofîsa serokwezîrî ragihand.

Srî Lanka bi mehan e jiber kêmbûna xwarin û sotemeniyê, nebûna elektrîkê ya demdirêj û bihabûna kelûpelan di rewşek xirab da derbas dibû.

Bi hezaran kes ji bo xwenîşandanê hatibûn paytextî jiber krîza aborî û guh nedan qedexeya derkevtina derve.