Navenda Raman û Lêkolînê Spectrum House li 12 parêzgehên herêma Kurdan û Tirkîyê lêkolîneke taybet li ser hilbijêrên Kurd û danîna qayuman pêk anî.
Ev lêkolîn bi 1.725 kesên ku xwe Kurd didin nasîn re hat kirin. Ji beşdaran ji sedî 79.1 dîyar dikin ku qayum çareserîya pirsgirêka Kurd zehmet dikin. Ji yê mayî ji sedî 13.7 dîyar kir ku ew bê biryar in û ji sedî 7.2 bersîv dane ku danîna qayuman dê çareserîya pirsgirêka Kurd hêsantir bike.
Rêvebirê Giştî yê Spectrum House Azada Bariş ji Dengê Amerîka re ragihand ku li gor lêkolîna ku pêk anîne, heke hikûmet dixwaze bi Kurdan re hawirdoreke aştîyê çêke, pêdivîye ku demûdest dest ji sîyaseta qayuman berde û ji birîndarkirina hestê Kurdan jî dûr bisekine.
Di hefteyên borî de li ser şaredarîya Mêrdîn, Batman, Xelfetî (Ruha) û Esenyurtê (Stenbol) qayum hatibûn danîn.
Li gor lêkolînê, ji sedî 61.5’ê beşdar difikirin ku armanca bingehîn ya danîna qayuman “nepejirandina îradeya gelê Kurd” e. Ji sedî 5.7 kes jî, ku jiber sedemên gendalîyê, ewlekarî û şerê li dijî terorê bawer dikin.
Li ser danîna qayuman ji alîyê DEM Partî ve li jimareke bajaran çalakî hatin li dar xistin, di vê lêkolînê de helwesta DEM Partî jî hatîye pirsîn.
Ji sedî 34.4’ê beşdaran helwesta DEM Partî baş dibîne, ji sedî 28.8 jî ne baş dibîne.
Îsmet Kaya û Osman Akça, du çalakvanên ku li Enqerê beşdarî dijî danîna qayuman bûn, hestê xwe ji Dengê Amerîka re vegotin. Kaya ragihand ku qayum hêvîya wan ya aştîyê dişkêne.
“Em di nav nakokîyeke mezin de derbas dibin, hêleke hikûmetê dibêje emê aştîyê serbixin, di hêla din de jî, bi qayuman, hêvîya aştîyê ji holê radike. Em nizanin ku ji vana kîjan ruhê dewletê ye. Wisa dixûye ku di nav hikûmetê de jî dudilî heye.”
Osman Akça jî radigîhîne ku qayum demokrasîyê ji holê radike û di serî de heta binî jî ne qanûnî ye.
“Ez bi xurtî li dijî danîna qayuman im. Destdanîna ser vîna gel e, ne qanûnî ye, ne adil e, ne însanî ye, ne tiştekî ku bi her awayî were qebûlkirin e, bi awayekî fermî desteserkirin e. Bi kurtî binpêkirina demokrasîyê û mafê mirovan e.”
Hevserokê Giştî yê Komela Mafê Mirovan Huseyîn Kuçukbalaban jî ji Dengê Amerîka re ragihand ku qayum zarareke mezin dide ser demokrasî û mafên mirovan û vîna Kurd dipelixîne:
“Ev nîşan dide ku dewlet di derbarê çareserîya pirsgirêka Kurd de ne samîmî ye. Ev hemû nîşan didin ku dewlet jibo pirsgirêka Kur ne xwedî rojeva çareserîyê ye. Em dixwazin bibêjin ku ev pêvajo ne rast e. Em li bendê ne ku dewlet demûdest ji vê rêyê vegere û were ser rêyên demokratîk û aştîyane.”
Hêjayî dîyarkirinê ye ku di çarçoveya lêkolîna Spectrum House’ê de, tercîhên dengdêran yên jibo partîyên sîyasî jî hatine pirsîn. Ji beşdar ji sedî 40.4 gotine dengê xwe dane DEM Partî, ji sedî 22.3 AKP, ji sedî 10 CHP û ji sedî 22.3 jî gotiye ew neçûne ser sindoqan.
Your browser doesn’t support HTML5