Spanya Bû Qehremana Cîhanê ya Futbolê

Lîstikvanên Spanî kasa cîhanî bilind dikin, Yekşembî, 11-ê Meha 7, 2010.

Bo cara yekê di dîrokê de tîma Spanya bû qehremana cîhanê ya Futbolê.

Di yariya dawî ya qehremaniya kasa cîhanî ya Futbolê li Afrîkaya Başûr, Spanya bi golekê bê biramber serkeftin bi ser tîma Holand tomar kir.

Piştî demê diyarî kirî bi bê gol derbaz bû, lîstikvanê Spanî Andrês Iniesta li xoleka 116 li demê zêde kirî, gola serkeftinê tomar kir.

Bo cara sêyê ye tîma Holandî bigehîte yariya dawî kasa cîhanî, belê dîsa neşiya serkeftinê bidest bîne.

Bi serkeftina Spanya, cara yekê ye ku tîmeka Ewropî li dervey axa Ewropa kasa cîhanî bilind bike.