Îspanya Dibêje Ewê 6 Tankên Leopard ji Ukrayna re Bişîne

Tankên 2A4 Leopard

Wezîra Berevanî yê Îspanya Margarita Robles îro Çarşemê ragihand ku ewê 6 tankên 2A4 Leopard, ku çêkirina Almanya ne, bişîne Ukrayna.

Robles got ku ew dixwazin bi wan tankan piştgirîya bo Kîevê bikin ku ew pêşîyai êrîşên Rûsya bigire.

Robles da zanîn ku ewê wan tankan piştî betlaneya Paskalya ya 9’ê Nîsanê bişînin Ukrayna.

"Me ew maşîneyên şer yên ji salên 1990’î vir ve nehatine xebitandin, tamîr kirine û em niha amadebûna wan test dikin."

Robles dîyar kir ku li ber e ewê 4 tankên din jî nûjen bikin û di demeke nêz de wan ji bişînin Ukrayna.

Jêder: AFP