Îspanya Vaksîna COVID ya jibo Zarokên 5-11 Salî Erê Dike

Wêne ji arşîvê ye.

Wezareta Saxlemî ya Îspanyayê îro Sêşemê biryar da ku zarokên di navbera temenê 5 û 11 salan de êdî dikarin li dijî nexweşîya COVID-19 werin vaksîn kirin, di vê demê de ku pêketinên koronayê li welatên Ewrupî zêde dibin.

Wezareta Saxlemî ya Îspanyayê nûçeya erêkirinê ser Twitterê belav kir ku piştî biryara komîteyeke pispor.

Li ber e ku kempeyna vaksînkirinê 15’ê vê mehê destpê bike, piştî ku 3.2 mîlyon vaksînên zarokan bigihêjin Îspanyayê.

Tê çaverê kirin ku cîrana Îspanyayê, Portekîz jî di nava du hefteyan de dest bi dana vaksînan bi zarokan bike.

Karbidestên Portugalî dibêjin ku bêtirî % 90 ji kesên di navbera temenê 12 û 17 salan de vaksîna dijî COVID-19 wergirtiye.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Îtalya û Avusturya jî vê vaksînê didin zarokên xwe. Yekîtîya Ewrupa di 25’ê Mijdarê de bikaranîna vaksîna Pfizer jibo zarokên di navbera 5 û 11 salan de qebûl kiribû.

Bi wê biryara Ajansa Ewrupî ya Dermanan, derî jibo bikaranîna vaksînan bo mîlyonan zarokên xwendingehan li seranserê Ewrupayê vebû.

Jêder: AP