Soylu bo Piştgirîya Îmamoglu ya ji Bajarvanên Kurd re Gefê li Wî Dixwe

Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylu îro Sêşemê gefê li bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu kir, bi sedema pişgirîya wî ya ji bajarvanên Kurd re ku bi biryara Soylu ji kar hatine dûrxistin.

Soylu li bajarê Bursa got ku ji kar dûrxistina 3 şaredarên ji HDPê li gor qanûnê ye.

“Nezano. Cîhê xwe û sînorê xwe bizane. Ev welat 40 sal in ku şerê wê rêxistina terorîst dike. Ger tu tev li tiştên ku ne karê te ye bikî, emê te wêran bikin,” Soylu ji Îmamoglu re got.

Şîroveyên Soylu yên dijî Îmamoglu piştî biryara bajarvanîya Stenbolê hat ku girêbesta bi nirxê 61 mîlyon dolar ya bi weqfên ser bi AKP’ê re betal kiribû.

Îmamoglu ku di hilbijartina şaredarîya Stenbolê de pitgirîyeke xurt ji HDP’ê wergirtibû, di dawîya heftê de li Amedê çûbû seredana bajarvanên -Amedê û Mêrdînê yên ji kar dûrxistî.