Soylu: Hemwelatîyên Tirkîyê Guhertina Sîstema Rêvebirinê Naxwazin

Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê û parlamantera nûhilbijartî yê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Suleyman Soylu got ku hemwelatîyan bi hilbijartinê nîşan da ku ew guherîna sîstemê naxwazin.

Soylu dîyar kir ku di hilbijartinan de xeta serekî ya Hevpeymanîya Netew ser guhertina sîstema hikûmetê bûye, lê hemwelatî dijî wê sekinîne.

‘’Hevpeymanîya Gel 323 kursî bi dest xistin. Hemwelatîyan nîşan da ku ew guhertina sîstemê naxwazin. Hemwelatîyan ev sîstem pejirand. Wan sîstema hikûmeta parlamanterî red kir.’’

Soylu got ku sîstema niha parlamanterîyê xurt dike û di ya berê de wezîran rêvebirî dikir.

‘’Bi sîstema niha wezîran destê xwe ji parlamanê kişand loma parlaman ji ya berê xurttir e."

Soylu ser gera duyê ya hilbijartinên serokomarîyê jî dîyar kir ku hemwelatîyan jibo tevahîya cîhanê nîşan daye ku li Tirkîyê demokrasî heye.

Tirkîye dê jibo gera duyê ya hilbijartinê di 28’ê Gulanê de here ser sindoqan.

Jibo gera duyê ya hilbijartinê li hember desthilata Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, berbijarê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu heye.

Jêder: VOA, TV100