Soylu Dibêje 14’ê Gulanê Hewila Darbeya Rojava Ye

FILE - Turkish Interior Minister Suleyman Soylu speaks during a news conference in Istanbul, Turkey, Aug. 21, 2019.

Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylu îro Înê got ku 14’ê Gulanê hewileke darbeya sîyasî ya Rojava ye.

Soylu, ku berbijarê AKP’ê yê Herêma 2’yê yê AKP ye, got ku di 15’ê Tîrmehê de hewleke mezin ya darbeyê hate kirin, lê gel hember wê daket kolanan.

“Niha 14'ê Gulanê hewila darbeya siyasî ya Rojava ye. Ev hilbijartin ne hilbijartineke hêsan e. Ev hilbijartineke wiha ye ku her kes bi hemû kanîna û zanîna xwe tîne pêş. Loma, divê em hemî tiştêb xwe derxin qadê jiber ku ez bi xwe wpsa dikin. Ev ne pirsgirêka min ya şexsî yan tenê ya welatê me ye.”

Soylu îdia kir ku dewletên Rojavayî di 14ê’ Gulanê de bi hemî hêza xwe dixwaze Tirkîyê tune bike.

Seroka Partîya Baş Meral Akşener jî bertek da gotinên Soylu yên derheqa hilbijartinê.

“Dibêje ger em êvara 14’ê Gulanê bi ser bikevin, wê darbe çêbe! Ew ço gotin e? Berpirsê ewlekarîya Tirkîyê çawa dikare wiha bipeyîve? Wek hemî zarokên vî gelî, dengderên AKP’ê jî zarokên hêja yên vî gelî ne. Lê, daxuyaniyên rêvebirên AKP'ê hember Tirkîyê gefên pir mezin in,” Akşener got.

Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Seyît Torun jî daxuyanîya Soylu bi tundî rexne kir û got ku ew gotinên kesên darbekar in.

“Kesên ku ji demokrasîyê bawer nakin, hurmeta vîna gel nagirin ewoa diaxifin. Di 14’ê Gulanê de hemwelatîyên me wê bi vîna xwe herin ser sindoqan û biryar bidin ku êdî kî welat bi rêve bibe û kî li meclîsê cîh bigire.”

Torun got ku Soylu bi van gotinan rêza vîna gel nagire. “Ger hun hilbijartinê wek 'darbe' bi nav bikin, wateya wê ew w ku hun rêza we ji vîna gel re tuneye. Dema hemwelatî piştgirîya wan dikin baş e, lê dema piştgirîya wan nekin, hîngê hilbijartin dibe darbe. Em wê yekê qebûl nakin.