Bajarvanê Îzmîrê Soyer Dibêje Ewê Nebe Berbijarê DEM Partî

Bajarvanê Amedê Selçuk Mizrakli û Tunç Soyer (Arşîv)

Bajarvanê Îzmîrê Tunç Soyer, ku Partîya Gel ya Komarî (CHP) jinûve nekir berbijar, got ku ewê ji Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) nebe berbijarê bajarvanîyê.

Li ser pirsa ‘’Tuyê ji DEM Partî bibî berbijar?’’, Soyer got ku ‘’Di rojeva min de berbijarîya ji DEM Partîyê tuneye.’’

Soyer piştî ku eşkere bûbû ku CHP’ê ew nekiriye berbijar CHP bi nebûna nezaketa wê ya sîyasî tawabar kiribû û dîyar kiribû ku ew partî bi awayekî şaş berbijaran hildibijêre.

DEM Partî dawîya hefteyê dîyar kir ku ewê li bajarên mezin yên li rojavayê Tirkîyê berbijarên xwe derxe.

Çaverê ye DEM Partî heta 9’ê Sibatê berbijarên xwe yên li bajarên mezin yên li rojavayê Tirkîyê eşkere bike.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), ku wek bingeha DEM Partî tê dîtin, di hilbijartinên 2019’an de li bajarên mezin yên li rojavayê Tirkîyê dijî desthilata Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) piştgirî dabû berbijarên rikeberîyê.

Jêder: ANKA