Li Koreya Başûr Di Ketina Balafirekê De Herî Kêm 177 Kes Mirin 

Agirkuj û endamên tîmê rizgarkirinê li cihê ketina balafirek rêwiyan li Balafirgeha Navneteweyî ya Muan li Muan, Koreya Başûr, 29ê Kanûna Pêşîn, 2024, dixebitin.

Li Balafirgeha Navneteweyî ya Muan ya Koreya Başûr roja Yekşemê balafireke bi 181 rewîyan ji rêgeha xwe derket, li têleke bêtonê ket û agir pêket. Di encamê de herî kêm 177 kesên di balafirê de mirin.

Balafira rêwiyan yy Jeju Air dema hewl dida ku dakeve bajarê Muanê de ketiye xwerê.

Wezareta Veguhestinê ragihand ku balafir cureya Boeing 737-800 û 15 salî ye ku ji Bangkokê vedigeriya û qeza di saet 09.03’an de qewimîye.

Saziya agirkujîyê ya Koreya Başûr eşkere kir ku herî kêm 177 kes- 84 jin, 82 mêr û 11 kesên din ku zayenda wan ne dîyarkirî ye - di şewatê de mirin, û 2 kes birîndar hatine rizgarkirin.

Saziyê herwiha got ku 2 kes hîn winda ne, nasnameyên 57 ji 177 terman hatine destnîşankirin, ku bi gelemperî ji Koreya Başûr bûn, û du kes welatîyên Taylandê bûn.

Karbidestên Wezareta Veguhastinê dîyar kirin ku li gor nirxandina wan ya destpêkê dibe balafir jiber hewaya xirab û hebûna refên teyran, ketibe.

Karbidestan gotin ku tomarên ragihandinê nîşan dide ku birca kontrolê ya firokexaneyê hişyariya lêdana çûkan daye balafirê demek kin berîya ku ew bixwaze dakeve û destûr daye pîlotê xwe da ku li deverek cûda dakeve.

Demek kin berî ku balafir derbazî pîstê bibe pîlot nîşana xeterîyê şandiye û piştre li dîwar ketiye, karbidestan got.

Karbidestê payebilind yê Wezareta Veguhastinê Joo Jong-wan got ku wan daneyên firînê û tomarên deng yên qutiya reş ya balafirê wergirtine, ku wê pisporên hikûmetê li ser van delîlan sedema ketina balafirê û şewatê lêkolînê bikin.

Wî got ku dibe ku temamkirina lêkolînê bi mehan bidome.