Li Îspanya Partîya Sosyalîst û Sumar Ser Hikûmeteke Koalîsyonê Hevbîr Dibin

Pedro Sanchez û Yolanda Diaz

Rêbera platforma Sumar ya çepgir li Îspany Yolanda Diaz îro Sêşemê got ku wan û Partîya Sosyalîst li hev kiriye ku hikûmeteke koalîsyonê ava bikin.

Diza got ku di çarçoveya rêketina wan de ewê hember bank û kompanîyên mezin yên enerjîyê bacên nû yên xurt û zêdekirî deynin, lê wê ti hûrgilî neda.

Daxuyanîya lihevkirinê piştî hevdîtina Serokwezîrê Îspanî Pedro Sanchez ya bi rêbera Sumarê û Wezîra Kar ya Demkî Yolanda Diaz ya roja Duşemê hat.

Dîsa, her du alî hevbîr bûne ku bê kêmkirina mûçeyên karkeran, saetên wan yên xebatê kêmtir bikin.

Hêjayî balkişandinê ye ku divê Partîya Sosyalîst û Sumar piştgirîya hin partîyên din yên li parlamanê jî wergirin ku bikanibin koalîsyonekê damezrînin.