SOHR: Rejîma Sûrîyê 70 ji Sedê Gutaya Rojhilat Sitandîye

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku hêzên hikûmeta Sûrîyê, 70 ji sedê Gutaya Rojhilat xistîye bin kontrola xwe.

Hêzên hikûmeta Sûrîyê bi piştgirîya Rûsya di 18’ê Sibatê dest bi operasyona dijî Gutaya Rojhilat kiribû.

Li gor raportên SOHR’ê ji 18’ê Sibatê vir ve 1260 sîvîl li Gutaya Rojhilat hatine kuştin û ji van 250 zarok in.

Di peyvajoya Astana de Gutaya Rojhilat ji herêmên ewle hatibû hesibandin, lê rejîma Esad û Rûsya dîyar dikin ku li wê herêmê komên tundrê hene û êrîşan dibin ser wir.