SOHR Bal Dikşîne ku Rewşa Mirovahî li Efrînê Xirabtir Dibe

Sîvîên Efrînî ji êrîşan direvin, diherin nav bajarê Efrînê

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku hêzên Tirk û komên din yên hevrik, niha 60 ji sedê axa Efrînê kontrol dikin û bi êrîşên tund yên esmanî, pêşedeçûna xwe ya ber bi bajêr didomînin.

“Hêzên Tirk êrîşên ser Efrînê berdewam dikin û ji bakur û rojhilata nêzîkî navenda bajarê Efrînê dibin û ji hêla başûrê rojava jî tenê 4 km dûr in û ji bakurê rojava jî pêş de diçin û ji nîvî pirtir gundan kontrol kirin."

SOHR got ku li bajarokên Bilbil, Cîndires û Mabata jî sibeha îro Duşemê êrîşên hawanî û topî û yên esmanî berdewam bûn.

SOHR dîyar dike ku tirsa sîvîlan, jiber êrîşên Tirkîyê yên roketan û bi helîkopteran şeva borî zêdetir bûye ku wêrankirina Efrînê dikin armanc.

SOHR bi bîr xist ku hîn av û elektrîk li Efrînî tuneye, piştî ku hêzên Tirk kargehên çêkirina elektrîkê li Bendava Maydankê daxistin.

“Bi bomberana ji firokan û êrîşên bejeyî û jiber pevçûnên tund yên li ser erdê, rewşa trajîk ya mirovahî hîn xirabtir dibe. Hêzên Tirk qadên jîyanê li Efrînê, ku mîlyonek kesên ji gund û bajarokên derdor dihewîne, roj bi roj teng dikin. Bi qutkirina av û elektrîkê û bi hilweşandina tora telefon û înternetê, bi sed hezaran kes di rewşeke pir giran de dijîn.”

SOHR herwiha bal kişand ku komên tundrê yên hevalbendên Tirkîyê bi rêka vîdyoya tirs li nav gelê Efrînê belav dikin û gefa serjêkirinê kafîran dikin.

SOHR da zanîn ku ji 20’ê Rêbendanê heta niha 71 ji wan leşker, 418 hêzên Tirk di pevçûnan de hatine kuştin û hindahîyên YPG û hevabendên wê jî bûye 391 kes û herwiha 81 endamên NDF yên ser bi rejîma Sûrî jî hatine kuştin.