SOHR: Dî Êrîşên Tirkîyê de 11 Sivîl li Bakurê Sûrîyê Hatine Kuştin

Dîmeneke ji êrîşeke li Menbicê, ku ji alîyê berdevikê Hêzên Sûrîya Demokratîk, Ferhad Şamî ve hatiye parve, 8’ ê Berfanbara 2024’an.

Komên Mafên Mirovan roja Duşemê ragihand ku di êrîşê dronî ya Tirkîyê û topbarênên çekdarên girêdayê we, li bakurê Sûrîyê herî kêm 16 sivîl hatine kuştin, ku piranîya win jin û zarok bûn.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) roja Duşemê ragihand ku di êrîşeke dronî ya Tirkîyê de şeva borî li bakurê bajarê Reqa 11 sivîl hatine kuştin ku 6 jê zarok bûn.

SOHR dîyar kir ku di êrîşa Tirkîyê de maleke li nêzî Eyn Îsa, li bakurê bajarê Reqa hatiye bomberan kirin,

"11 sivîl, di nav wan de şeş zarok, ku hemû endamên heman malbatê bûn, hatin kuştin di êrîşeke dronî ya Tirkîyê de ku malek armanc kir," SOHR got.

Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyê (AANES) jî dîyar kir ku di êrîşa Tirkîyê de maleke li gundê El-Musterîha yê dikeve rojavayê Eyn Îsa, li gundewarê bakurê Reqayê hatîye bomberan kirin.

AANES rave kir ku di di êrîşa Tirkîyê de "12 kes ku piranîya wan zarokên ji heman malbatê ne, hatin kuştin."

Revebirîyê nasname û temenên qurbanîyên êrîşê jî bi wî rengî eşkere kir:

"Mehmûd Îbrahîm el-Eydo 70 salî, Mistefa Eydo 45 salî, hevjîna wî Ruqeye 40 salî, Kewser el-Eydo 16 salî, Luma el-Eydo 17 salî, Ebdulqader el-Eydo 7 salî, Mistefa el-Eydo 3 salî, Turkîya Mahmud el-Eydo, û sê zarokên wê, herwiha Fewzîya el-Eydo ya 27 salî û keça wê ya 3 salî."

Ev êrîş di demekê de tên ku çekdarên opozisyona bi piştgirîya Tirkîyê, ku wek Artêşa Netewî ya Sûrîyê (SNA) têne nas kirin, dijî heremên bakurê Sûrîyê yên di destê Kurdan de, bi berdewamî êrîşan pêk tînin.

Jêder: AFP, SOHR