SOHR: Di Êrîşa DAIŞê de li Reqa 10 Leşkerên Rejîma Sûrî Hatin Kuştin

Arşîv: Çekdarên DAIŞê berî têkçûna wan li Îraq û Sûriyê

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku, rêxistina terorîst ya DAIŞê êrişî parêzgeha Reqayê li bakurê Sûriyê kir û di encamê de 10 endamên hêzên rêjîma Sûriyê hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.

Çavdêrî dibêje çekdarên DAIŞê roja Sêşemê "bi tundî û ji nişka ve" li gundewarên rojhilatê Reqa li bakurê Sûriyê xaleke kontrolê ya leşkerên rejîma sûrî aramnc girt, 10 leşker kuştin û 6 jî birîndar bûne, li gor SOHRê dibe ku hejmara kuştiyan zêde bibe, ji ber ku hin birîndar hene rewşa wan girane.

Çekdarên DAIŞê yên ku êrşî pêkanî bûn, bi seatan li 'Mîdan Atîq' man û ew herêm kontrol kirbû, lê paşî agir bi otombîlên leşkerî xist û ji herêmê vekişiyan.

Hêjayî gotinê ye ku rejîma Sûriyê deverên li gundewarên rojhilat û başûrê Reqayê kontrol dike, di heman demê de şervanên Kurd kontrola beşê herî mezin yê wê parêzgehê dikin.

DAIŞ bajara Reqayê ji dest da piştî têkçûna wê rêxistinê ya ku di sala 2014ê de deverên berfireh li Îraq û Sûriyê kontrol kirbûn.

Ji dema têkçûna rêxistinê ve, endamên wê dem bi dem dest bi êrîşan li dijî hêzên rêjîma Sûriyê li parêzgeha reqa dikin, leşker, baregeh, otombîl û karwanên wê dikin armanc.

Di destpêka Tebaxê de, çekdarên DAIŞê li gundewarên rojhilatê Hemayê 7 kes kuştin, ku piraniya wan leşkerên rêjîmê bûn, êrîş li dij karwaneke ku tankên petrolê vediguhastin pêkhat bû. DAIŞ li wê herêma çol û biyabana berfireh dem bi dema êrîşan li dij leşker û armancên rejîma Sûrî pêk tîne.

Her wiha şervanên Kurd li Sûriyê bi piştgiriya hevpeymaniya navdewletî ya bi serokatiya Amerîka li rojhilatê Sûriyê li pey çekdarên DAIŞê digerin.

Ji dema têkçûna DAIŞê û windakirina hemû deverên li jêr kontrola wê de bûn heta niha, 4 serkirdeyên rêxistinê hatine kuştin, ku yê herî dawî Ebû El Huseyn El Huseynî El-Qureşî bû ku di pevçûnên li bakurê rojavayê Sûriyê de jiyana xwe ji dest dabû.

SOHR li gor datayên tomar û bawerpêkirî radigihîne ku li Badiya Sûriyê, ku herêmeke çol û biyabane di sala 2023 de 379 kes di êrîşan de hatine kuştin, di nav de, çekdarên DAIŞê, leşkerên Rejîma Sûrî, milîtanên bi piştevaniya Îranê û hejmarek sivîl jî hene.

Şerê navxweyî yê Sûriyê di sala 2011an de dest pê kir piştî ku hikûmeta Serok Beşar El Esed xwenîşandanên aştiyane di sala 2011an de têk birin. Şerê navxweyî yê Sûriyê heta niha bûye sedema mirina nîv mîlyon kes, koçberbûna nîva nifûsa welatê Sûriyê û bi mîlyonan jî li welatên dewrûber û Ewrupa bûne penaber hejmara herî zêde niha li Tirkiyê dimînin.

Jêder: AFP/SOHR/Alhurra