Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) li nêzî Pira Qereqozaqê êrîş birine ser hêzên Tirk û komên bi piştgirîya wan.
SOHR’ê da zanîn ku di êrîşên HSD’ê de, ku li dora Girê Qereqozaq û girên din çêbûne, 2 leşker hatine kuştin û 2 endamên din yên komên bi piştgirîya Tirkîyê birîndar bûne.
Li gor ragihandina SOHR’ê êrîşan de navendeke leşkerî ya komên girêdayî Tirkîyê hatiye hilweşandin.
Jêderên herêmî dîyar dikin ku pevçûnên her du alîyan di rojên dawî de gur bûne.
Agahîyên SOHR’ê nîşan didin ku ji 12’ê Berfanbarê vir ve li Minbic û dora wê di pevçûnan de ji her du alîyan 617 kes hatine kuştin û ji wan 55 sîvîl in.
SOHR dibêje êrîşên dawî yên hêznê Tirk di vê demê de ne ku Enqere hewil dide li Sûrîyê pirtir ax dagir bike.
Karbidestên navneteweyî bang li Enqerê dikin ku êrîşên xwe yên li Sûrîyê rawestînin.
HSD, di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de, hevbenda serekî ya koalîsyona bi pêşengîya Amerîka ye.
Pêşengîya HSD’ê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dike ku Enqerê wê wek baskê Sûrîyê yê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) û rêxistineke terorî dibîne.
Jêder: SOHR