SOHR Piştrast Dike ku li Girtîgehên Rejîma Esad 500 Kes bi Êşkenceyê Hatine Kuştin

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku wê bi belgeyan piştrast kiriye ku li girtîgehên rejîma berê 500 kes bi êşkenceya fîzîkî û psîkolojîk hatine kuştin.

SOHR’ê dîyar kir ku delîl nîşan didin ku rejîm li hember girtîyan bi awayekî hovane û sûcdar kiriye û gelek sîvîl û girtî bi trajedîyeke mezin re rûbirû mane.

Wê sazîya navend li Londonê bang li civaka navneteweyî û meqamên peywendîdar kir ku jibo eşkerekirina aqûbetên girtîyan gavên cidî biavêjin.

SOHR’ê dîyar kir ku divê hikûmeta demkî ya li Sûrîyê jî dadmendîyê çêke û jibo siberojeke adil ji berpirsên kiryarên rejîma berê hesêb bipirse.

Rejîma Serokê berê yê Sûrîyê Beşar Esad meha borî bi pêşveûna lezgînî ya serhildayên Sûrî ketibû.

Kontrola Şam ya paytext ket destê serhildayên bi pêşengîya Heyet Tahrîr El-Şam û Esad revîbû Moskowê.

Jêder: SOHR