SOHR Binpêkirinên Mafê Mirovan li Efrînê ya Sala 2022'an Ragihand

Çavdêrîya Sûrî ya Mafê Mirovan (SOHR) raporta salane ku tê de rewşa mafê mirovan li herêma Efrînê şopandîye, belav kir.

Raportê bîlançoya binpêkirinên ku di sala 2022'an de hatine belge kirin, bi hejmar û pêzanînan ragihand.

Rêvebirê SOHR Ramî Ebdulrehman ji Dengê Amerîka re got ku ev kiryar bi awayekî sîstemetîk ji alîyê komên çekdar yên bi ser Tirkîyê ve tên kirin.

“Tirkîyê li Efrînê welatekî dagîrker e. Herwiha îtîlafa opozîsyonê û hikûmeta demkî ku girêdayî wê ne, di van binpêkirinan de hevpar in û ji wan kiryaran berpirs in”.

Ebdulrehman xwest ku civaka navnetewî li seranserî axa Sûrîyê kar bike û rewşa mafê mirovan bişopîne.

“Civak û sazîyên navnetewî divê li gor ajandeyên sîyasî tevnegerin û tenê binpêkirinên li deverên bin kontrola rejîma Sûrî yan mîlîsên Îranî nîşan nedin. Efrîn jî beşek ji Sûrîyê ye û binpêkirinên sîstemetîk li wê derê diqewimin”.

Raporta SOHR dîyar kir ku di sala 2022'an de 151 kes hatine kuştin ku ji wan 47 sivîl in û 98 jî endamên komên çekdar in.

Raportê da zanîn ku 2 ji wan zarok û 15 jî jin, bi giştî 583 kes hatine desteser kirin û 94 kes jî hatine revandin.

Herwiha, 792 binpêkirinên din hatine belge kirin ku di nav wan de destdanîna ser mal û milkê gelê Efrînê, birîna daran, dizîn û talankirin, destdirêjî û lêdan, rûxandin û jinavbirina cîhên pîroz û dîrokî jî hene.

Raportê bal kişand ku tevlihevîya ewlehî li Efrînê didome û di sala borî de 30 car şer û pevçûn di navbera komên çekdar de derketine, 14 peqîn çêbûne.

SOHR di raporta xwe de herwiha bal kişande ser guhertina demografîk li Efrînê ku pêvajoya avakirina komgehan li gelek gund û nahîyeyên herêmê didomin.

Derbarê guhertina demografîk ya herêmê, endamê Yekîtîya Parêzerên Efrînê Cibrayîl Mustefa got ku Tirkîye ji destpêka dagirkirina Efrînê heta niha Kurdan ji warên wan dide sirgun kirin û bi rêya avakirina komgehan guhertina demografîk bi awayekî pratîkî bi cîh tîne.

“Heta niha pirtir ji 20 komgehan li Efrînê hatine ava kirin ku tê de malbatên çekdaran bi cîh bûne. Ev yek pir xeter e çimkî Tirkîyê dixwaze ezmûna Îskenderunê li Efrînê dubare bike”.

Your browser doesn’t support HTML5

NR_01_04_2023_SOHR_Afrin

Hêjayî bîrxistinê ye ku ji dema destdanîna Tirkîyê li Efrînê sala 2018'an de, rewşa mafê mirovan li Efrînê xirab bûye. Komîteya Lêkolînê ya Taybet bi Sûrîyê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî di çend raportên xwe de bal kişandibû dser binpêkirinên li Efrînê ku dikevin çarçoveya sûcên şer û yên dijî mirovahîyê.