Amerîkî Xwe bo Bahozeke Hêzdar ya Berfê Amade Dikin

Rûniştvanên li rojhilata Amerîkî xwe ji bahoza berfê re amade dikin ku pispor pêşbînî dikin îro paşnîvro destpê bike û heta zûtirîya Yekşemê bidome.

Pisporên hawayê dibêjin, bahoza pêşbînkirî herî kêm li 15 eyaletan bê dîtin û li deverên metropol yên Washington, D.C., Baltimore û New York îhtîmala bahozeke dîrokî heye.

Li gor hewazanan navbera 30 û 90 santîmetre berf wê bibare û karbidest hemwelatîyan hişyar dikin ku bayên hêzdar yên wêrankar jî hebin û îhtîmala cemidîn û lehî li deverên nêzîkî deryayê jî heye.

Wek tedbîrên bahozê, do Pêncşemê xwê li gelek rêyên girîng hatin reşandin û rûniştvanan jî herikîn firoşgehan ku pêdivîyên xwe yên wek xwarin, xwêya cemidandina berfê bo wan du rojan peyda bikin.

Li gelek bajaran, karbidest bang li hemwelatîyan dikin ku ji malên xwe dernekevin, eger ku tiştekî pir girîng tunebe.

Hêjayî balkişandinê ye, li paytaxt Washington jî sîstema metro, ku alava serekî ya hatin-çûyînê ye, jiber berfê wê daxistî be.

Vîdyo: http://www.voanews.com/media/video/us-east-coast-prepares-for-gigantic-snowstorm/3157273.html