Bi hezaran penaxwaz ji roja Şemîyê vir ve ketine nav axa Slovenya û ew welat xistine nav rewşeke dijwar.
Karbidestên Slovenî dibêjin, bilî 8,000 kesên ku do hatibûn welatê wan, îro Sêşemê jî herî kêm 4,000 kesên nû hatine ku di nav wan de jin û zarok jî hene.
Wezîrê Navxweyî yê Slovenya Bostjan Sefic li paytaxt Ljubljana got, ewê artêşê bişînin ser sînor ku rê li ber hatina penaberên naqanûnî bigirin.
Sefic got di nav bijareyên pêş wan de danana sîm û dîwarên hesinî jî heye.
Slovenya Hirvatistanê tawanbar dike ku bê ku bi şewirîye, hejmarên mezin yên penaberan anîye ser sînor, lê Zagreb’ê ew îdia red kir.