Îro li Siweyda Xwepêşandana Herî Mezin ya Dijî Rejîma Şamê Çêbû

Xwepêşandana Înê 1ê Îlonê li Siweyda

Îro Înê bi awayekî nedîtî bi hezaran xwecîhên Parêzgeha Siweydayê, ji girûp û pêkhateyên cuda, li meydana serekî ya bajêr ya bi navê Meydana Rûmetê (Karama) kom bûn.

Dîmen û wêneyên taybet yên protesto û xwepêşandana îro Înê gihane Dengê Amerîka nîşan didin ku girseya gel bi sloganên azadî û parastina rûmeta gel û gelê Sûrîyê yeke û em edaletê dixwazin tên bilind kirin.

Nûçegihanê Siweyda 24 ku niha weke çavkanîyeke serekî ya bûyerên parêzgeha Siweyda diweşîne, dibêje ku hejmara beşdarên îro Înê di xwepêşandanê de ji 2000 kesan derbaz bû.

Ev xwenîşandan ji destpêka tevgera gelêrî ya hefteya borî ve ku li parêzgehê destpê kiribû û herwiha ji serhildana sala 2011'an ve heta niha bi mezintirîn xwepêşandan li dijî rejîma Esad tê dîtin.

Ji el-Sore heta Xirbet E'wwad, ku xelkê Siweyda wan herêman weke sînorê parêzgeha xwe dibînin, bi trombîl, otobus û wesayîtên din yên veguhastinê herikîn meydana bajarê Siweyda, cîhê kesên ku daxwaza edalet û guhertinê dikin.

Alayên ku hatin hejandin dîmenê herî serdest yên xwepêşandanê bûn ku pênc reng hilgirtibûn, ku wan rengan jibo komên serhildêr wateyeke olî û civakî heye.

"Roja Înê bi hemû wateya xwe cejneke neteweyî bû, bi taybetmendîyeke kevneşopî, bi dirûşmeyên guhertin, wekhevî, azadî û dadmendîya civakî. Xwepêşandanê hemû pêkhateyên cuda yên rewşenbîrî û sîyasî, jin û mêr, heta şêx, mele û zarok gihandin hev," Siweyda 24 got.

Your browser doesn’t support HTML5

Mezintirîn Protestoya Heta Niha ya Gelê Siweyda li Dij Rejîma Esed

Jêder: Dengê Amerîka/Siweyda 24