Sîstanî bo Îraqê Banga Hilbijartina Pêşwext Dike

Rêberê olî yê Şîayên Îraqê Ayetullah Alî Sîstanî banga hilbijartina pêşwext kir.

Sîstanî di xutbeya Înê de da zanîn ku bo alozîya li Îraqê bi dawî bibe divê hilbijartin çêbe.

Wî dîyar kir ku ew hêvî dike ku hikûmeta nû di zûtirin demê de ava bibe.

Parlamana Îraqê di dengdana hefteya borî borî de bo qanûna hilbijartinê ya nû li hev nekiribû.

Xwenîşanderên ku protestoyan li dar dixin, dixwazin ku ser hibijartinê qanûneke nû çebe.