Serokê Misrê Pêşwaziyê li Jake Sullivan û Brett McGurk Dike

Serokê Ebdulfetah el-Sîsî

Îro Şemiyê Serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî pêşwaziya Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Amerîka Jake Sullivan û Kordînatorê Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê li Encûmena Asayişa Niştimanî ya Amerîka Brett McGurk kir, ji bo danûstandinan li ser hewlên her du aliyan bo gihiştina agirbestekê li Gaza.

Her du alî li ser Lihevkirin, pevguhertina girtiyên li Gaza û agirbestê, û misogerkirina hatina alîkariyên mirovî bo Ketta gazayê gotûbêj kirin.

Di daxuyaniya Serokatiya Misirê de ku roja şemiyê li ser hesabê Facebookê yê berdevkê serokatiyê hat weşandin, hat ragihandin ku di civînê de Wezîrê Derve, Koçberî û Karûbarên Misirêyên derve Bedir Ebdul Etî, Serokê Îstîxbarata Giştî Hesen tevî baloyoza Amerîka li Qahîrê Hero Mostafa amade bûn.

Berdevkê Fermî yê Serokatiya Komara Misrê diyar kir ku di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên rewşa herêmê hatin nirxandin û hewlên her du aliyan ji bo gihiştina lihevkirina agirbestê û pevguhertina girtiyan li gaza hatin nirxandin, Sîsî tekezî li ser girîngiya her du aliyan kir. Ji bo cîbicîkirina alîkariyên mirovî bi taybetî bi hatina demsala zivistanê re, çalakiyeke lezgîn ji bo bicihanîna alîkariyên mirovî ji bo Gaza, û tekez kir ku çareseriya du dewletî garantiya bingehîn e ji bo pêkanîna aştî û aramiyê li Rojhilata Navîn.

Peyvdarê fermî, balyoz Mihemed El-Şenawî got jî ku di civînê de "herwesa pêdaçûn li ser cîbicîkirin û rêyên parastina rêkeftina agirbestê li Lubnanê wek navokê hewlên aramiya herêmê, her wiha geşedanên li ser rewşa Sûriyê hatin gotûbêjkirin. Sîsî di vî warî de tekezî li ser giringiya parastina yekparçeyiya axa Sûriyê û ewlehiya gelê wê kir."

Berdevkê Fermî diyar kir, "Di hevdîtinê de tekezî li ser kûrahiya peywendiyên stratejîk û berdewamiya bihêzkirina wan peywendiyên yên navbera Misir û Amerîka de hat kirin."