Demîrtaş: Hejmara Qurbanîyên Qirkirina Sirûcê Bû 32 Kes

Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş îro Sêşemê ragihand ku hejmara qurbanîyên qirkirina Sirucê bûye 32 kes.

Demîrtaş îro di civîneke ragihandinê de, li navenda giştî ya partîya xwe li Enqerê dîyar kir ku ewê merasîman jibo qurbanîyên êrîşa Sirucê bikin.

Demîrtaş da zanîn ku di dawîya vê heftê de li Stenbolê rêdeçûneke mezin ya jibo aştîyê pêk were û ew jî wek HDP bi awayekî xurt beşdarê wê mîtîngê bikin.

Demîrtaş herwiha bi mijara qirkirina Sirucê, banga demûdest vekirina parlemana Tirkîyê kir ku aniha di behnvedanê de ye.

Hevdem, Serokwezîrê Tirkîyê Ahmed Davutoglu jî li ser êrîşa terorîstî ya Sirucê got ku xebatên wan berdewam dike ku nasnameya êrîşvan eşkere bikin û peywendîyên wî yên nav û dervayê welêt ron bikin.