Artêşa Îsraîlê Kabîneya Ewlekarîyê Agahdar Kir ku Pêkan E Sinwar Miribe

Du karbidestên Îsraîlî yên ji rewşê agahdar îro Pêncşemê ji Reutersê re got ku endamên kabîneya ewlekarî ya Îsraîlê hatine agahdar kirin rêberê Hamasê Yahya Sinwar, bi îhtimaleke mezin hatîye kuştin.

Televîzyonên Îsraîlî KAN û N12 News jî li ser zarê karbidestên Îsraîlî ragihand ku Sinwar miriye.

Artêşa Îsraîlê ragihandibû ku reng e Sinwar di operasyoneke li Kerta Gaza de hatibe kuştin ku 3 mîlîtan kiribûn armanc.

Sinwar, ji alîyê Îsraîlê ve weke endazyarê serekî yê êrîşa 7ê Cotmehê ya dijî Îsraîlê tê dîtin ku bi piranî sivîl, 1200 kes kuştibû û ew ji wê demê heta niha di lîsta Îsraîlê ya armancên serekî de bû.

Îsraîl piştî wê êrîşê dest bi operasyoneke mezin ya ser Gaza ya bin kontrola Hamasê kiribû û li gor jêderên saxlemî yên Filîstînî heta niha 42,400 kes hatine kuştin û piranîya 2,3 mîlyon rûnitvanên wirê derbider bûne.

Bi alîyekî din ve, malpera Al-Majd ya girêdayî Hamasê, ku derbarê mijarên ewlehîyê weşanê dike, ji Filîstînîyan xwest ku li ser mirina Sinwar, li benda zanyarîyên ji Hamasê bin.

“Ji dezgehên ragihandinê yên Îsraîlî dûr bikevin jiber ku armanca wan şikandina moralê we ye,” Al-Majd berdewamî got.

Jêder: Reuters