CPT: Bicihbûna Parêzvanên Sînorî yên Îraqî li Nêzîk Bingehên Tirkiyê Bû Sedema Vegera 24 Gundan

CPT

Tîma CPT ya Amerîkî ya li Kurdistan û Iraqê dibêje, şandina hêzên zêrevanên sînorî li nêzîkî çend bingehên Tirkiyê yên li herêmê hene, ewlehiya wan deveran baştir bûye bûye sedem ku xwecihên 24 gundan vegerin ser war û malên xwe.

Jiber êrîşên Tirkiyê yên domdar di meh û salên borî de bibûn sedema valabûna bi 10an gundên li Herêma Kurdistanê, di wan êrîşan de gelek sivîl hatine kuştin û gundewarên herêmê zrarên mezin dîtin.


Berpirsê beşa Mafên Mirovan ya CPT Kamran Osman ji Dengê Amerîka re got: "Di dema borî de 161 gund bi temamî ji ber hebûna çend bingeh û êrîşên Tirkiyê hatibûn valakirin û zêdetirî 602 gund di bin metirsiya valakirinê de bûn."

Lê ji destpêka îsal ve hikûmeta Iraqê hejmarek bingehên leşkerî yên hêzên zêrevanên sînorî li herêmê bicih kirine, hêzên zêrevanên sînorî yên Iraqê li nêzîk bingehên Tirkiyê bicihbûne.

Li gor pêzanînîn CPT û raportên ji herêmê, ji Kanûna 2017an heta Nîsana 2022an, Tirkiyê 64 baregehên leşkerî li Herêma Kurdistana Iraqê (HHK) bi kûrahiya 40 kîlometran heta 12 kîlometran ava kirine. 1159 êrîş, 228 caran bi firokeyên bê firokevan, yên mayî bi helîkopter, top û gulebaranan.

Îranê jî 101 caran êrîş anîne ser herêma Kurdistanê, tenê di çar mehên yekem yên îsal de, 8 sivîl hatine kuştin, ku çar ji wan li gundên nêzîkî çiyayê Gara ne.


Haşim Omer Kaşanî, muxtarê gundê Kaşanê, ku yek ji gundên ku 10 kîlometran dûrî sînorê Tirkiyê ye, ji Dengê Amerîka re got: Berê nêzîkî 10 gundên me li vî sînorî hebûn, lê piştî hatina hêzên artêşa Iraqê, devera me aram e. Piştî hebûna hêzên zêrevan li ser sînorê Iraqê, ewlehiya herêmê baştir bûye û tirsa xelkê ji êrîşên Tirkiyê kêmtir bûye.”

Tevî berdewamiya êrîşên Tirkiyê, ew venaşêre ku ew plana êrişeke berfireh di vê buharê de dike, behaneya Tirkiyê parastina welat û sînorê xwe ji gerîllayên PKKê ye, ku wek metirsî li ser ewlehiya xwe dibîne.

Osman wiha got "Tirkiye niha giraniya xwe dide gundên Gare û Matîna, ji ber ku gerîlayan ji van her du cihan êrişî hêzên Tirkiyê kirine."

"Hîn jî metirsiya êrîşê heye ji ber ku firok her roj li Çiyayê Gara perwerdeyê dibînin û xelk wan wek amadekariya êrîşê dibînin."