Piştî 8 salan ji birîna kûr ya Şengalê dema ku 3ê meha Tebaxa sala 2014ê Komela Dewelta Îslamê ya Tundrê (DAIŞ)ê bi ser herêma Şengalê û gundewarên wê da girtî û bi hezaran keç û kur, zarok, jin û kalên Êzidî kuştin, revandin, êxisîr girtin û derbider kirin, xelkê Şengalê car din li ser rêya derbiderî û koçberiyê ye.
Destpêka meha Gulanê, hin alozî û şer û pevçûn di navbera Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ)ê û hêzên Îraqî de li Şengal û Sinonê pêkhtin û zêdetirî 1700 malbatan ji herêmê derketin, ku li gor datayên rêveberiya Koç û Koçberan li parêzgeha Duhokê hejmara kesên derbider zêdetirî 10 hezar kesan e.
Hin çavkanî didin zanîn ku planeke veşartî li pişt van aloziyan heye, û Tirkiyê û hind aliyên din tawanbar dikin, lê berpirsên hizbî û Îdarî yên Partî Demokartî Kurdistan (PDK)ê weha dibînin ku Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ)ê ku nêzî partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)ê ne sedema sereke ya derketina wan aloziyan dibînin, lê hin aliyên din yên herêma Kurdistanê û hin Şirovekar weha dibînin ku hin aliyên derekî li pişt vê plane ye û aloziyên rûda bûn hatine mezin kirin heta ku xelk koçber bibe.
Ji bo danûstnaifnên derbarê vê mijarê û ji hemî aliyan da binirxînin, Bernama Tîrêj di sê beş û teweran de ev mijar bi xelkê herêmê û mêhvanan re gotûbêj kir.
Dawid Cindî Şêx Kalo: Yek ji Sedemên Sereke Lawaziya Hikûmeta Îraqê Ye
Di tewerê yekê yê bernama Tîrêj da, birêz Dawid Cindî Şêx Kalo berpirsê Melbendê Yekitî Niştîmanî Kurdistan li Mûsil û Şengalê, da zanîn ku roj bi roj, şer û pevçûn û alozî li Şengalê zêdetir û tundtir dibin, vê jî sedemên xwe yên sereke hene ji wan sedeman "Lawaziya hikûmeta merkezî, hikûmeta federal ya Îraqê" ye.
Şêx Kalo dibêje, derbarê wan aloziyên berî çend rojan rûdan, "Em dûr nabîinin ku destê aliyên derekî jî di nav da hebê." Herwiha dibêje, ew alozî yên ku berî çend rojan çêbûne, "ne bi wê mezinatiya ku di ragihandinê da li ser hatiye axaftin."
Dawid Şêx Kalo dibêje, berî dagîrkeriya DAIŞê û piştî wê jî her plan ji bo koçkirina xelkê Şengalê û nehiştina Şengalê hebûne, plan wehane ku koçberiyek li Şengalê çê bibe ku êdî ti carî xelkê wê hizir li vegera Şengalê nekin.
Şêx Kalo di axiftinên xwe de bal kişand ser gelek xalên din yên derbarê bûyerên vê dawiyê û planên dijî Şengalê û xelkê wê.
Rewşa Dawî ya Derbideran Û Koçberan
Di tewer û beşê duyan yê bernama Trêj gotûbêj derbarê rewşa dawî ya kesên derbider û koçber çine û çarenivîsek çawan li pêşiya wan heye hate gotûbêj kirin.
Pîr Deyan Rêveberê Saziya Koç û Koçberan li parêzgeha Duhok got, "Mixabin ku carek din, xelkê Şengalê koçber bû piştî ew şer û pevçûn di navber çekdarên YBŞê ewên ser bi PKKê ve, di navbera Sinonê û komelgeha Dugirê rûdayî, pêleke din ya penaberan awareyî parêzgeha Duhok bû,"Pîr Deyan got di sê rojan de rêjeya wan gehişte 1711 xêzanan, ku 10261 kes in.
Pîr Deyan dibêje her zû saziya wan piştî civînekê pêşwazî li wan kirin û di kempên li parêzgeha Duhok bicih kirin. Kesên ku cardî koçber bûne dibêjin heta rewşa Şengalê aram nebe ewê carek din venegirn.
Çima Çaresîyek Mayînde Bo Şengalê Nayê Dîtin?
Di tewer û beşê siyan yê bernama Tîrêj li dor rewşa Şengalê û xelkê wê, me gotûbêj bi birêz Guhdar Alî Coqî re kir, endamê Liqê 17an yê (PDK)ê û pisporê pirsên ola Êzidyan.
Birêz Coqî dibêje, divê her kes bizane ku pirsgirêka Şengalê û xelkê wê ne ya îro û sibê ye, ev çendîn salin dom dike.
Guhdar Alî Coqî dide zanîn ku berpirsyariya yekê ya van aloziyan hikûmeta navendî ya Bexdayê ye.
Guhdar dibêje her ji sala 2017ê heta niha leşkerê Îraqê li Şengalê ye, Heşda Şaabî li wêderê ye, lê çima çareserî nayê dîtin.
Coqî weha dibîne ku hebûna Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ)sedema van alozî û derbideriya li Şengalê ye.
Me hewil da ku nêrîna nûner û kesên nêzîkî YBŞê werbigrin û bizanin derbarê wan bûyeran ew çi dibjên, lê mixabin di amade nebûn li gel hin aliyên siyasî beşdarî bernamê bibin, kesekî nêzî YBŞê made bû beşdarî bernamê bibe lê ji ber pirsgirêkên teknîkî û nebaşiya hêla Înternêtî nikarî bû beşdar bibe.
Your browser doesn’t support HTML5