Erdogan: Serokê MIT'ê Derbarê Şengalê Dê bi Berpirsekî Îraqî re Bicive

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan

Serokê Tikiyê Recep Tayyib Erdogan di axiftineke xwe de ragihand ku, Duşemê dê serokê MIT a Tirkî bi berpirsekê Îraqî re bicive, mijara civînê hebûna bingehên Partiya Karkerên Kurdistan PKK'ê ne li bajarê Şengalê yê Bakûrê Îraqê û operasyona leşkerî ya Îraqê li wê derê.

Erdogan berî beşdarî Komcivîna ligel Yekêtiya Ewrûpa bibe, axivî û got"çi ji dest Tikiyê bê, dê bike"eger hat û operasyona leşkerê Îraqê li Şengalê biser neket.

Erdogan gelek caran gef kirine ku, ewê operasyona leşkerî li Şengalê bidin dest pêkirin bi armanca nehiştina şervanên Kurd yên girêdayî Partiya Karkerên Kurdistan li wî bajarî, herwiha Erdogan piştî operasyona girtina Efrînê gotiye, dê operasyonên Tirkiyê li Efrîn bidawî nebin, Tirkiye dê ber bi rojhilatê Sûriyê ve operasyonan pêk bîne heta hemû sinorê Sûriyê li gel Tirkiyê ji şervanên Kurd paqij dike.