Tîrêj: Bîranîna Şeş Saliya Komkujiya Gundê Koço

Piştî 6 salan ji tawana komên çekdarên DAÎŞê li gundê Koço ya ser bi Şengalê ve pêkanin hêjî rûniştvanên deverê bi hêvîne ku careka dî xoştivîyên xwe bibînin û careka dî vegerin ser malên xwe.

Sala 2014ê û 12 rojan piştî DAIŞê bi ser Şengalê û gundewaên Êzidiyan da girt, komkujî li gundê Koço encam dan û zêdetirî 1000 kesên êzidî ji wî gund, kuştin û revandin, heta niha sedan kes ji gundê Koço di hinda û çaranivîsa wan nayê zanîn.

Lê ligor rêveberê giştî yê Weqfa Êzidîyan birêz Xeyrî Bozanî têkel bûna pirsên siyasî digel pirsên mirovanî egereka sereke ye ku we dike hêjî xelkê devera Şengalê ne vegerin ser mal û milkê xwe.

Bernama Tijêj ji nêzve rewşa xelkê Koço şopand û mêhvandarîya birêz Keci Amo Silo kir.

Birêz Silo yek ji rizgarbûyên komkujîya 15 meha Tebaxê ya sala 2014 ye, piştî ku serhatîya xwe ya pir xemgîn behis kirî daxwaz ji tevaya desthilatdran kirin kar bikin jibo vejandina devera Şengalê û vegera xelkê wê herêmê.

Li aliyek din, çalakvan, rêxistîyên mirovanî û ji wana birêz Murad Îsmaîl dibêje, karê rêxistinan sînordare û nikar in projeyên mezin pêkbinin.

Your browser doesn’t support HTML5

Tirej # 65