Serokê Rêxistina Rojnamevanên Bedlîsê Sînan Aygul ku do şev li ser gilîkirina parlamanterê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) yê Bedlîsê Vahît Kîler hatibû desteser kirin, îro hat berdan.
Kîler, serî li Dozgerîya Komarîya ya Bedlîsê dabû û îdia kiribû ku Aygul derheqa wî li ser medya civakî hin agahî parve kirine û ew bi dizîyê tawanbar kirîye.
Lê, rojnamevan Aygul dibêje ku wî li ser bûyera dizîyê ya dîjî avahîyê Rêxistina Rojnamevanên Bedlîsê daxuyanî dabû û di wê axaftina xwe de behsê Kîler nekiribû.
“Ez bi îdiaya heqaretê do şev li bajarokê Tatwanê hatin desteser kirin û ez birim navenda Rêvebirîya Ewlehîya Bedlîsê. Piştî ku min sedema desteserkirina xwe li wê derê zanî, min mafê xwe yê bêdengîyê wek bertek bikar anî, jiber ku bo tawanbarîyêk wiha pêwist nedikir ku min desteser bikin. Wan Gazî min kiriban eza xwe biçim rêvebirîya ewlehîyê.” Aygul got.
Aygul herwiha di sala borî de derheqa parlamanterê AKP’ê Kîler de hin raport belav kiribûn û îdia kiribû ku wî li sazîyên dewletê dizî û şelandin kirîye. Kîler jî ser van îdiayan bi rêya medya civakî gotibû ku bêdengîya min ji aseleta wî e.
Aygul dibêje ku ew tenê karê xwe rojnamevanîyê dike, lê jiber ku ew van raportan beleav dike rastî desteser kirine û girtinê tê.
“Di nava mehekê de derheqa min de 7 doz vebûn, 4 caran hatim desteser kirin û 2 caran jî hatim zîndan kirin. Li ku derê dizî hebe, li ku derê nebaşî hebe, ezê li hemberî wê bisekinim. Yan hunê min bikujin yan jî ezê li ber derîyê dadgeha Bedlîsê xwe bişewitînim.”
Hêjayî gotinê ye ku derheqa Aygul de ji 2007’an vir ve 137 lêpirsîn hatine vekirin û ew 5 caran ketiye zîndanê. Lê hin lêpirsîn wek doz derheqa Aygul de vebûn û heya niha wî ji 22 dozan cezayên pereyî û nêzî 15 sal cezayên zîndanê wergirtîye. Eger Dadgeha Bilind ya Tirkîyê cezayên Aygul erê bike, ewê dîsa bikeve zîndanê.
Your browser doesn’t support HTML5