Bajarvanê Sievierodonetsk ya Ukrayna Dibêje 1,50 Kes Hatine Kuştin

Bajarê Sievierodonetsk

Bajarvanê Sievierodonetsk Oleksandr Stryuk îro Înê got di êrîşên berdewam yên Rûsya de ku herî kêm 1,500 kes hatine kuştin.

Stryuk ragihand ku niha dora 12 heta 13 hezar kes li bajêr mane û 60 ji sedê avahîyên sîvîlan hatine rûxandin.

“Tevî ku tîmên çavdêrî û sabotaj yên Rûsî ketine nava oteleke bajarê Sievierodonetsk, em li ber xwe didin,” Stryuk got.

Wî da zanîn ku rêya serekî ya bajarokên cîran Lysychansk û Bakhmut yên li başûrê rojhilat vekirî ne, lê di rewşeke xeter de ne.

Wî bal kiçand ku do Pêncşemê tenê 12 kanîne ku ji bajarê Sievierodonetsk derketana.

Sievierodonetsk teka beşa devera Luhansk ya herêma Donbas e ku hîn di bin kontrola hikûmeta Ukraynî de ye û hêzên Rûsî hewil didin ku wî ji hemî deverên din yên bin kotrola Ukranîyan qut bikin.